The Message of Imam Khamenei to the Youth in Europe and North America, in Kurmanji Kurdish

Bi navê Xwedayê dilovan û dilovîn

Ji hemî ciwanên li Ewropa û Amerîkaya bakûr ra,

Bûyerên vê dawiyê li Fransayê û bûyerên wekî wê li hin welatên din ên rojavayî ez gihandim wê bawerê ku li bara wan bi we ra arsterast biaxivim. Ez ji we ciwanan ra xeber didim, ev yek ne ji bo wê ye ku ez dê û bavên we berçav nagirim, na, ji ber wê ku ez pêşeroja gel û welatê we di destên we da dibînim û herwiha hîsa şopandina rastiyê di dilên we da zindîtir û hişmendtir dibînim. Her wisan, di vê nivîsê da, bi siyasetmedarên we ra napeyivim, ji ber ku ez bi bawer im ku wan agahane riya siyasetê ji ya rastiyê cuda kirine.

Gotina min bi we ra li bara Îslamê ye û bi taybet li bara ew wêne û rûyî ye ku ji Îslamê nîşanî we didin. Ji du dehsalên derbasbûyî va heya niha-yanê hema hema piştî hilweşîna Yekîtiya Sovyetê- gellekî hewl dane ku ku vî dînî mezin li şûna dijminekî tirsnak bidin rûniştandin. Handan û provokekirina hîsa tirs, bêzarî û behrewergirtin ji wê, mixabin, berboriya wê di dîroka siyasî ya welatên rojavayî da dirêj e. Ez li vir naxwazim qala ‘’tirsên cûr bi cûr’’ ku xistine mêjiyên gelên rojavayî bikim. Hûn bixwe bi kurtenêrînekê li ser lêkolînên rexneyî yên vê dawiyê li bara dîrokê dikarin bibînin ku di dîroknivîsiyên nû da reftarên nerastîn û fêlbazane yên welatên rojavayî digel gel û çandên din ên cîhanê hatine şermezarkirin.Dîroka Ewropa û Amerîkayê ji koledariyê şermsar e, ji serdema mêtingeriyê serberjêr e, ji sitema dijî rengînpost û nemesîhiyan şermgîn e. Lêkolîner û dîroknivîsên we ji ber xwînrêjiyên ku bi navê mezheb di nava katolîk û protestanan da yan jî bi navê netewe û qewman di şerên cîhanî yên yekem û duyem da pêk hatine ji kûrahiya dil serê xwe berjêr dikin.

Ev bi xwe hêjayî pesindayînê ye û mebesta min ji bibîrxistina parek ji vê lîsteya bilind ne şermezarkirina dîrokê ye,belkê ez ji we dixwazim ji ronakbîrên xwe bipirsin çima wîjdana gelêrî li welatên rojavayî da hertim bi derengî ve û piştî çend deh salan an jî carinan çend sed salan radibe û hişyar dibe? Çima venihêrîna ser wîjdana gelêrî,  divê hertim pirsên derbasbûyî bi taybetî yên dewranên herî dûr bigire ber xwe, ne mesele û pirsên rojevê ? Çima di pirseka girîng wekî şêwaza nêzîkbûna li çand û ramana îslamî da, rê li ber agahdariya gelêrê tê girtin?

Hûn bi başî dizanin ku biçûkkirin û pêkanîna bêzarî, kîn û tirseka pûç ji kesekî din an meseleka din hertim mijara hevpar bûye ji bo berjiwendîxwaziyên zalimane. Niha ez dixwazim hûn ji xwe bipirsin çima bingeha hêzê li cîhana îro hez dike ramana îslamî biçe kêlekê û neçalak bibe? Ma kîjan wate û nirêxên di Îslamê de ji bernameyên zilhêzan re asteng in û bi saya rûreşkirina  Îslamê çi berjewendiyên wan pêk tên? Loma xwesteka min a yekem ev e ku li bara engîzeya vê rûreşkirina berfire ya dijî Îslamê pirs û lêkolînan bikin.

Daxwaza min a duyem ev e ku li hemberî lehiya pêşdawerî û propagandayên neyênî, hewl bidin ku naskirineka rasterast û bênavbir ji vî olî bi dest bixin. Mentiqa durist pêwîstiya vê yekê pêk tîne ku herî kêm hûn bizanin ku tiştê ku ewan we jê dûr dikin û ditirsînin, çi ye û pênaseya wê çi ye. Ez pir li ser nasekinim ku têgihîştina min an her kesekî din ji îslamê qebûl bikin lê ez dibêjim ku hûn rê nedin ku ev rastiya herikbar û bibandor li cîhana îroyîn da, tev armanc û qesdên kirêt ji we re were nasandin. Rê nedin ku bi şêwazeka durûyane têrorîstên kirêgirtiyên xwe wek nûnerên Îslamê bi we bidin nasandin. Îslamê bi riya çavkaniyên rasteqîn û sereke yên wê nas bikin. Îslamê bi riya Quranê û jiyana pêxemberê mezin ê wê (s) nas bikin. Ez li vir dixwazim bipirsim ku gelo heta niha we rasterast Qurana misilmanan xwendiye? Gelo we talîmat û rênimûniyên pêxemberê îslamê (s) û amojeyên mirovî û exlaqî yên wî xwendine? Gelo heta niha ji bilî medyayan, we peyama Îslamê ji çavkaniyeka din wergirtiye? Gelo we qet ji xwe pirs kiriye ku vê îslamê, çawan û li ser esasa çi nirxan di heyama çend sedsalan de, mezintirîn şaristaniya zanistî û ramanî ya cîhanê perwerde kir û çêtirîn zanyar û rewşenbîr mezin kirin.

Ez ji we dixwazim ku rê nedin ku hin derûdor pê wênegeriyên bi dijûnkar navbera we û rastiyan de astengeka dilovankî û hestyarî çêbikin û îmkana daweriya bêlayane ji we bistînin.Îro ku amrazên pêhesandin û peywendiyan bûne sedem sînorên erdnigariyê ji holê rabin, rê nedin ku we li nav sînorên sexte û mêjîkî da bi sînor bikin. Her çend ti kes bi tena serê xwe nikare nakokiyên ku hatine çêkirin ji holê rake, lê her yek ji we dikare bi mebesta nasîna riya rast ji bo xwe û kesên derdora xwe, pireyeka ji raman û însafê ser wan navber û nakokiyan çêbike.

Ev nakokî û dijberiyên ku ji berê ve navbera Islamê û we ciwanan de hatine çêkirin, tevî ku tehl û nexweş in, lê dikarin bibin sedem pirsên nû li mejiyên we de çêbibin. Hewildana bona peydakirina bersiva wan pirsan, derfeteka pir baş bona keşfkirina rastiyên nû raberî we dike. Lewma vê derfetê bona nasîn û fêhmkirina Îsalmê bêyî pêşdaweriyan bi kar bînin, belkê bi saya berpirsiyariya we li hember rastiyê, nivşên dahatî vê qonaxa dîroka danûstandina welatên rojavayî û Îslamê pê dilêşiyeka kêmtir û wîjdaneka rihettir binvîsînin.

 

Sêyêd Elî Xaminêyî

21/01/2015

فیس بوک Facebook فارسی English
All Rights Reserved by Al-Mustafa International University © Copyright 2014